Balindeyen Li Ber Be Kitabı

Balindeyen Li Ber Be Kitabı kitabının yazarları, yayınevi, baskı tarihi ve diğer tüm bilgileri. Balindeyen Li Ber Be Kitabı kitabının kısa özeti.
Duyemîn Romana Eta Nehayî, "Balindeyên Li Ber Bê" di nav weşanên Avesta de derket. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soarnî bo kurmancî hatiye wergerandin. Berî bi salekê yekem romana Eta Nehayî, Gulên Şoran jî bi kurmancî çap bûbû û xwendevanên kurdî jê hez kiribûn.Haşim Ahmedzade, di "Romana Kurdî û Nasname" de, vê romanê wek romana herî zehmet a Nehayî nîşan dide: "Di romana xwe ya duyem, "Balindekanî Dem Ba" de Eta Nehayî serî li teknîkek vebêjiyê ya bêtir tevlihev dide û ev yek zehmet dike ku mirov romanê xulase bike. Roman vebêjek paralel a du jiyan û qederên ku pirr dişibin hev û nêzî hevdû ne. Bi rastî, mirov dikare bibêje herdu vebêj du wech an du rêbazên vegotina yek û eyn çîrokê ne. Herdu vebêj wek jinûdetarîfkirineke hûrgilî ya demên borî xuya dikin. Romanê, digel taybetmendiyên wê yên têra xwe wêjeyî û estetîk, misyonek siyasî jî hilgirtiye. (...) Di herdu vebêjan de jî leheng, Mihrîban û Ferhad dimrin. Tenê vebêjerê çîrokê, "Ez"ê xeyalî sax e. Bi gotineke din lehengên din afirînerên ev "Ez"ê xeyalî ne ku bi şopandina jiyanên Mihrîban û Ferhad dixwaze serpêhatiyên jibîrbûyî yên nifşekî binivîsîne ku beriya extiyar bibin teqawid bûne. (...) ...Qedera Efsane û Kalê û taliya wan a trajîk, di dema "Balindekanî Dam Ba" an "nifşê jibîrbûyî" de şert û mercên dilşewat û qedera ku jinan helgirtine nîşan dide."(Tanıtım Bülteninden)
Yazar: Eta Nehayi
Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055279639
Boyut: 13.0x20.0
Sayfa Sayısı: 216
Basım Yılı: Kasım 2013
Cilt Durumu: Ciltsiz
Kağıt Türü: 2. Hamur
Dil: Türkçe








