Li Rîze Û Artvînê Perwerdeya Lazî Dest Pê Kir

Li Rîze Û Artvînê Perwerdeya Lazî Dest Pê Kir
Facebook'da Paylaş Twitter'da Paylaş WhatsApp'da Paylaş Google News'de Paylaş

Midûrê Perwedeya Neteweyî yê Rîzeyê Saffet Yildirim: "Armanca me ew e ku piştî perwedeya lazî, xwendekar karibin xwe bi wî zimanî îfade bikin."

Bi biryara Lijneya Perwerde ü Hevotine ya Wezareta Perwedeya Neteweyi di dibistana navin ü dibistanen navin en İmam Xatibe de, di çarçoveya zimanen zindi ü zaravayan de li Rize ü Artvine de 95 xwendekar zimane lazi fer bibin.

Li dibistana Navin a Ataturke ya li navçeya Findikliya Rizeye 35, li dibistana Navin a Müammer Çiçekoglü 47, bi tevahi 82 xwendekar; li dibistana navin a Ataturke ya navçeya Arhavi ya Artvine ji 13 xwendekaran ji bo dersa bijarte ya lazi serledan kirin.

Midüre Perwedeya Neteweyi ye Rizeye Saffet Yildirim dibistanen bi nave Findikli Aksü ü Müammer Çiçekoglü ziyaret kir, beşdari dersen lazi bü ü derbare perwedeya zimane lazi de bi mamosteyan re sohbet kir ü agahi girt.

Yildirim da zanin ku di serdema nü de ji pola 5emin ve perwerdeya lazi hat destpekirin ü wiha dewam kir: "Di giştiye Rizeye de bi tevahi di 4 polan de, xwendekaren pola 5emin ü 6emin bi lazi ten perwerdekirin. Heke teleb zedetir bibe li gor rewşe em e tevbigerin.  Mufredat li gor perwedeye ü ji aliye timeke pisporan ve hat amadekirin. Di dema amadekirina mufredate de ji pispor ü zanyaren zaningehan ji alikari hat girtin."

Yildirim diyar kir ku destkeftiyen derse gelek in ü wiha got: "Ji bo hinbüna ziman çar xalen sereke hene: Xwendin, nivisin, axaftin ü guhdar kirin. Di nav çar salan de de xwendekar bigihijin asteke baş. Armanca me ew e ku pişti perwedeya lazi, xwendekar karibin xwe bi wi zimani ifade bikin."

Mamosteye dersa lazi bal kişand ser tunebüna pirtüken lazi ü wiha pe de çü: "Bi pirani xwendekar ziman dizanin, le di hela axaftine de qels in. Em de demeke pratik bikin. Le de wek ingilizi zor nebe ev pratik. Di dest me de pirtüken lazi tunene, le hin noten lazi hene. Em de bi van notan derse bi re ve bibin. Di sala be de em de bernameyek bi rek ü pek amade bikin.

Xwendekara bi nave Süde Karadeniz ji ani ziman ku malbata we bi lazi diaxive le ew baş fem nake ü wiha got: "Bi taybeti dema dapira min ji min tişteki dixwaze baş fem nakim. Ji min re tim digot 'ma tu laz nin i, ji min fem naki.' Ez ji ji bo ku wan baştir fem bikim lazi hin dibim." - Ankara

Kaynak: AA